1. Hevot – 4 1. Serenav û hevenav: Di van hevokên jêrîn da nivîsandina serenav û hevenavan sererast bike. Çemê efrîn ji bakurê kurdistanê hildiavêje û tê herêma çiyayê kurmênc. Destana mem û zînê li seranserê kurdistanê bi nav û deng´e. Çemê dicle di amedê ra derbas dibe û diçe cizîra botan. Di sala 1949-an da li çiyayê dalanper peymana sêsînor hate îmzekirin. Di êrişên enfalê da rêjîma seddam husên 182.000 kurd kuştin . Di vê biharê da hên baran li herêma bismilê, ku girêdayî amedê ye, nebariye.
2. Çemê E frîn ji bakurê K urdistanê hildiavêje û tê herêma Ç iyayê K urmênc. Destana M em û Z înê li seranserê K urdistanê bi nav û deng´e. Çemê D icle di A medê ra derbas dibe û diçe C izîra B otan. Di sala 1949-an da li çiyayê D alanper P eymana S êsînor hate îmzekirin. Di êrişên E nfalê da rêjîma S eddam H usên 182.000 K urd kuştin . Di vê biharê da hên baran li herêma B ismilê, ku girêdayî A medê´ye, nebariye.
3. Kîjan destan dirêjtir´e? Memê alan yan memê ewan? Gelo çi bi te xweş´e? Tirûziyên mêrdînê yan sêvên xelatê? Dibêjin strana etarê tirî li deşta cûmê pir bi nav û deng´e. Dibêjin ku wezîreyê, keça şêx seîdê nemir, sala 1995-an li cindirêsê wexer kiriye. Di rojeka wek îro da rojnameya kurdistan sala 1898-an li qahîreyê dest bi weşanê kir.
4. Kîjan destan dirêjtir´e? Memê A lan yan M emê E wan? Gelo çi bi te xweş´e? Tirûziyên M êrdînê yan sêvên X elatê? Dibêjin strana E tarê T irî li deşta C ûmê pir bi nav û deng´e. Dibêjin ku W ezîreyê, keça Ş êx S eîdê nemir, sala 1995-an li C indirêsê wexer kiriye. Di rojeka wek îro da rojnameya K urdistan sala 1898-an li Q ahîreyê dest bi weşanê kir.
5.
6.
7.
8.
9. 3. Çewtiyên van hevokên jêrîn nasbike û wan sererast bike. - Mêrik, wekî ku jinikê têr kiribe lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê dinihêre. - Kurd gelek êş û azar kişandin . - Li S i wîsreyê qezayekê bû: 20 kes mirin . - Konferans li hêwana şanoya NÇM'ê ya ku bi erdî, xalîçe û merşên kevnare yên bi destê keç û jinên kurd hatibûn hûnandin dest pêkir. - Pîştî hevdîtinê herdû wezîran di civ î neke çapameniyê de derketin pêşberî rojnamevanan. - Ji çarmedorên Tirkiyê karker dest bi meşê kirin. - Li Srî Lanka yê pêvajoya aştiyê fermî wê dest pêbike - Li kesên ku bi 'zimanekî tuneyî' dinivîsandin cezayan birîn.
10. - Mêrik, wekî ku jinik ê têr kiribe, lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê dinihêre. - Kurd an gelek êş û azar kişand in . - Li S i wîsreyê qezayek ê bû: 20 kes mirin . - Konferans ê li hêwana şanoya NÇM'ê ya ku bi erdî, xalîçe û merşên kevnare yên bi destê keç û jinên kurd hatibûn hûnandin dest pêkir. - Pîştî hevdîtinê herdû wezîr an di civ î neke çapameniyê de derketin pêşberî rojnamevanan. - Ji çarmedorên Tirkiyê karker an dest bi meşê kir in . - Li Srî Lankayê wê pêvajoya aştiyê bi fermî dest pêbike - Li kesên ku bi 'zimanekî tuneyî' dinivîsandin ceza yan birîn.
11. - Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. - Dotira rojê, min hemû hevalan civand. - Min rewşê ji hevalê mîlîs re da zanîn. - te digot qey me cara pêşîn´e dilşadiyê tamandibû. - min vê yekê didît. - Ew jî got. - Lê me wan nedît. - Her yek ji wan li gorî xwe min didarizandin. - Partî demeke me perwerde kir. - Me birin mala welatparêzek. - Ji ber vê yekê gelek tiştan tevlihev dikirin. - Dadger înstîtuyê di 5 deqeyan de beraet kir. - Em vegerin ser mijara ku em dil kiribû li ser rawestin.
12. - Ji ber vê yekê gelek tişt an tevlihev dikirin. - Dotira rojê, min hemû heval an civand in . - Min rewş ê ji hevalê M îlîs re da zanîn. - T e digot qey cara pêşîn bû, me dilşad î yê tamkiribû . - min ev yek didît. - Wî jî got. - Lê me ew nedît in . - Her yek î ji wan, li gorî xwe, ez didarizandin. - Partî yê em demek ê perwerde kir in . - Em birin mala welatparêzek î . - Ji ber vê yekê gelek tişt an tevlihev dikirin. - Dadger î nstîtu t di 5 deqeyan de beraet kir. - Em vegerin ser mijara ku me dil kiribû em li ser rawestin
13. - Ma gelo tu zane ku vê ewropaya ku ewqasî behsa wê dibe, çend birînên kur di canê gelê me de vekirî ye. - Min sê apên xwe tenê di sûretan de dîtibû. - Li gor tiştên ku rojnameyên wan nivîsand. - Pîrozbahiyên Newrozê dest pêkir. - Hemû nivîsên ku te sererast kiriyê ketin destê min . - Di Newrozê de bi milyonan mirov derketin kolanan û banga aştî, biratî û azadiyê kir. - Me xwest serpêhatiya Kizilkaya ragihînin we. - Di sedsala 21'ê de dihate hêvîkirin, ku ev nirx bi ser bikevin, lê piştî êrîşa 11'ê Rezberê hinek hêzên xêrnexwaz dest avêt şerekî taybetî. - Êrîşên Amerîkayê ya li dijî Afganistanê berdewam dikin.
14. - Ma gelo tu zan î ku vê E wropaya ku ewqasî behsa wê dibe, çend birînên k û r di canê gelê me de vekir ine? . - Min sê apên xwe tenê di sûretan de dîtibû n . - Li gor tiştên ku rojnameyên wan nivîsand in . - Pîrozbahiyên Newrozê dest pêkir in . - Hemû nivîsên ku te sererast kiri n e ketin destê min . - Di Newrozê de bi milyonan mirov derketin kolanan û banga aştî, biratî û azadiyê kir in . - Me xwest ku em serpêhatiya Kizilkaya ragihînin we. - Di sedsala 21'ê de dihate hêvîkirin, ku ev nirx bi ser bikevin, lê piştî êrîşa 11'ê Rezberê hinek hêzên xêrnexwaz dest avêt in şerekî taybetî. - Êrîşên Amerîkayê y ên li dijî Afganistanê berdewam dikin.
15. FERATÊ DERDAN Cegerxwîn Derdên min kûr´in wek çemê Ferat Feratê derdan hilhat û dahat Derdê pir mezin, kula pir giran Derdê Kurdistan, axîna welat Ez tim dinalim her sal û her mah Qêrîn û firyad, hawar û sed ah Digel min digrîn Seyran û Şêrîn Nalîn´e dengê Gulnaz û Dilşah
16. Şêrînê megrî pir pir delalî Seyranê megrî xwe pir menalî Gulnazê megrî, Dilşahê megrî Dijmin li hember vî kevnekalî Haydê em rûnin bê deng û hawar Reşa xwe vekin desmal û reşçar Da dost û heval tev nebin xemgîn Li me şa nebin dijmin û neyar
17. Haydê em rûnin ser çemê Amed Em jê bipirsin keyaniya Med Kanî ew birc û sera û bajar? Kanî Kurdistan, Zozan û Serhed? Kanî welatê me xoş û rengîn ? Kanîn ew şêr û gernas û bengîn ? Dîsa tev bigrîn Dilşah û Şêrîn Kûrkûr binalin rengê Cegerxwîn